Çavdêrên navneteweyî: Di hilbijartinan de tu edalet û wekhevî nîn bû
Çavdêrên navneteweyî ku hilbijartin şopandin, diyar kir ku di pêvajoya hilbijartin de, di navbeyna namzed û partiyan de, tu wekhevî û edalet nîn bûye.
Çavdêrên navneteweyî ku hilbijartin şopandin, diyar kir ku di pêvajoya hilbijartin de, di navbeyna namzed û partiyan de, tu wekhevî û edalet nîn bûye.
Çavdêriya hilbijartinan a navneteweyî ya berpêyî hilbijartinan, Saziyên Demokratîk û Buroya Mafên Mirovan (DKHB) ên AGÎT’ê, 264 pispor erkdar kirin. Ji Qasidiya Parlamenteran a AGÎT’ê (AGÎT PA) 98, ji Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) jî 39, ji 40 welatan ji aliyê 401 çavdêran ve hat birêvebirin.
Endamên erka çavdêriyê ya hevpar a AGÎT DKÎHB, AGÎT PA) û AKPM’ê, piştî tûra yekemîn a hilbijartinê, têkildarê xebatên çavdêriyê, li Enqereyê civîn bi çapemeniyê re li dar xist. Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Ji bo birêvebirina hilbijartinan bi awayekê demokratîk, bi çarçoveya zagonî ya heyî zemînekê yasayî yê tam çênebû, hilbijartin baş hatin birêvebirin û kir ku hilbijêr ji nav alternatîvên siyasî hilbijartineke rastîn bikin.”
‘WERGIRTINA SÛDÊ JI AVANTAJEKE BI NEHEQÎ’
Di daxuyaniyê de ev rexne hatin kirin: “Serokkomarê heyî û partiyên desthilatê ji avantajeke bi neheqî sûd wergirt. Bi sînordarkirina hatina ba hev, azadiya birêxistinbûn û derbiranê ku berdewam in, hat astengkirin ku hin siyasetmedarên mixelef û partî û civaka sivîl û medya tev li pêvajoya hilbijartinê bibin.”
XEBAT JI BO TÛRA DUYEMÎN WÊ BERDEWAM BIN
Çavdêran diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinan de, di navbeyna namzed û partiyan de derfeta kampanyayeke adilane û wekhevî nîn bûne lê dîsa reqabet hebûye û ew ê ji bo hilbijartinên tûra duyemîn jî bibin çavdêr.